Li Ovacixa ku stûriya berfê lê gihiştiye 2,5 metroyan ajeldar tevî dijwariya zivistanê dixebitin
Tunceli
Li Ovacixa navçeya Tunceliyê ku stûriya berfê lê gihiştiye 2,5 metroyan xwediyên pez û dewaran tevî dijwariya zivistanê dixebitin.
Li Ovacixa ku di navbera çiyayên Munzur û Mercanê da, berfa ku bi navber dibare digel hewaya sar, bandoreke neyînî li jiyana rojane dike.
Li navçeya ku siruşt bi tevahî spî venixumiye, li hin deveran sitûriya berfê gihiştiye 2.5 metroyan, şert û mercên zivistanê yên dijwar bi taybetî ji bo ajeldarên ku pez û dewaran bixwedî dikin, dijwar e.
Ajeldar piraniya roja xwe di goman da derbas dikin û hewl didin tevî berf, bager û seqemê, ajalên ku çavkaniya debara wan in, xwedî bikin.
Ajeldar berfa li ser û derdora banên gomên xwe paqij dikin, giyayê ku di mehên havînê da kom kirine ji binê berfê derdixin û didin ber ajelan.
Carinan dema ku nikarin ajelan ji goman derxin, avê ji kaniyê dibin û pez û dewarên xwe pê av didin.
Serkan Çubukê ajeldar ji nûçegihanê AAyê ra got ku ew serê sibê zû radibe û tê goma xwe.
Yeter Balkizê her wiha destnîşan kir ku îsal li gorî salên berê li Ovacixê berf zêdetir bariye.
Balkizê diyar kir ku ew ji mala xwe heta goma xwe bi kîlometroyan dimeşe.
Turan Çubuk diyar kir ku ew nêzîkî 10 salan e bi xwedîkirina dewaran debara xwe dike.
Elî Haydar Muldur jî anî ziman ku xwedî kirina ajelan him dijwar e û him jî aliyên wê yên xweş hene.
Celal Yarar jî got ku ew ji bo lênêrîna bizin û mîhên xwe yên ku dest bi zayînê kirine gelek demê derbas dike.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
