Jiyan

Li Ovacikê qalindahiya berfê gihîşt 2 mêtroyan

Haydar Şahin  | 14.02.2020 - Rojanekırın : 15.02.2020
Li Ovacikê qalindahiya berfê gihîşt 2 mêtroyan

Tunceli

 Li Ovacika navçeya Tunceliyê welatî ji ber barîna berfê û hewaya sar tengasiyê dikişînin.

Li Ovacika zivistana wê sar derbas dibe berfa çend roj in bi navber dibare ji bo welatiyan dibe tengasî û ji ber berfê rêya hin tax û gundan hat girtin.

Li hin herêman qalindahiya berfê gihîşt 2 mêtroyan, welatiyan berfa li ser û ber xaniyên xwe paqij kirin.

Ekîbên paqijkirina berfê ji bo vekirina rêyên girtî xebatên xwe bênavber didomînin.

Aysel Karataşa welatî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku zivistan li navçeyê bi zor û zihmetî derbas dibe.

Karataşê got ku ji ber berfê hin rê hatin girtin û wiha pê da çû: "Em her tim berfa li ber malên xwe paqij dikin. Ji ber sermayê ava malên me dicemide."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın