Li Ovacikê dîmenên hirç û berazan hatin kişandin

Tunceli
Li Ovacika navçeya Tunceliyê hirça boz û kudikên wê û beraz hatin datîn ku li xurekê digerin.
Li Ovacika Parka Neteweyî ya Geliyê Munzurê, Kaniyên Munzurê, Şirşirnega Çilmerdîwanê, Geliyê Mircanê û Çemê Heramiyê lê ne, bi siruşta xwe û jiyana kovî balê dikişîne.
Li Geliyê Çilmerdîwanêya li Çiyayên Munzurê dîmenên make hirçekê û 2 kudikên wê dema li xurekê digeriyan hat kişandin.
Li gelî berf heliya û çêre hêşin bû, hirç diçêrin ku xwe têr bikin. Hirç dema pê hisyan ku dîmenên wan tên kişandin jî ber bi serê çiyê çûn.
Li nêzî gundê Qonaxlarê jî beraz û yekaneyên wan dema li dora çêm digeriyan hatin kişandin.
Berazên li dora çêm diçêriyan av vexwarin û di nav darên berûyan da winda bûn.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.