Mardin
Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê du malbatên ku neyartiya hev dikirin, li hev anîn.
Li ser hesabê Qaymeqamtiyê yê medyaya civakî ya şirketa Xê ku navenda wê li Amerîkayê ye, der barê mijarê da peyamek hat weşandin.
Hat gotin bi beşdariya Qaymeqam Evren Çakir li Taxa Durucayê merasimek hat lidarxistin û neyartiya di navbera malbatên Fîdan û Îpek da xelas bû.
Di merasimê da Qur'an hat xwendin û dia hatin kirin.
Herdu malbatan dest dan hev, hevdu hembêz kirin û dev ji neyartiya hev berdan.
Çakir di merasimê da behsa yekîtî, biratî û hevrabûnê kir û anî izman ku ew ji ber vê aştiyê kêfxweş e.
Çakir spasiya kesên ku keda wan di pêkanîna vê aştiyê da heye, kir.
Wekîlê Fermandarê Cendirmeyan ê Navçeyê Sertegmen Volkan Şenocak, Serokê Navçeyê yê AK Partiyê Îrfan Yildizoglu, Miftiyê Navçeyê Hasan Yeşîldal, rûspiyên herêmê û welatî beşdarî merasimê bûn.
