Li Newala Sêzinaran xweşikahiyên zivistanê

Iğdır
Bi berfa li Newala Sêzinaran a li Îdirê barî va dîmenên balkêş derketin holê.
Ji ber berfa demek e li Herêma Rojhilatê Anadoluyê dibare newala li Sêzinara gundê Tuzlucaya navçeya Îdirê çîl û sipî bû.
Nevala 26 kîlomêtreyî ya bi dar, çem û zinarên xwe tê zanîn bi berfa barî va xêliya sipî li xwe kir.
Newala Sêzinaran a her demsalê bi xweşikahiyeke cuda balê dikişîne bi berfa sipî va xemilî û ji ziyaretvanan eleqeyê dibîne.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.