Li navenda xweşiqitandinê ya li Hekariyê bi betlaneya nîvê salê ra qerebalixî çêbû
Hakkari
Li Hekariyê Navenda Xweşiqitandinê ya Mêrga Botan ku raqima wê 2 hezar û 800 mêtre ye, bi parkûrên xwe yên siruştî û berfa xwe ya krîstalî va di betlaneya nîvê salê da mazûvaniya hezjêkerên xweşiqitandinê dike.
Ji ber ku berf demeke dirêj li erdê dimîne, sezona xweşiqitandinê zûtirî vedibe û dereng tê girtin û bi vî awayî ev navend piştgiriya tuzîrma zivistanê dike.
Tesîs 12 kîlomêtre dûrî navenda bajêr e. Digel bajarên derdorê, ji Îran û Iraqê jî ziyaretvan tên navendê.
Navend bi pîstên xwe yên ku berfa xizik xizikî tije kirine, parkûrên xwe yên siruştî, telesiyej, teleskî û derfeta xwe ya xweşiqitandina şevê va xizmetê dike.
Li navendê qalindhiya berfê cî bi cî ji mêtreyek û nîvî zêdetir e. Dawiya hefteyê û di betlaneya nîvê salê da navend ji merivan xalî nabe. Ziyaretvan bi snowboard, taximên xweşiqitandinê û xizekan va xwe li navendê dişiqitînin û kêf dikin.
Li ser îhtimala windabûn û qezayan jî Tîma Lêgerîn û Xelaskirinê ya Cendirmeyê li navendê timî amade ne.
Ji ziyaretvanan Sevda Oztunçê diyar kir ku navend ji bo bajêr girîng e û wiha dewam kir, "Ji bo pêşketina turîzma zivistanê ev der cihekî pir baş e."
Murat Taş jî got ku navend seba Hekariyê destkeftiyeke giring e û wiha dewam kir, "Meriv tê vê derê bêhna merivan dertê."
