Jiyan

Li Navenda Xweşiqitandinê ya Sariqamîşê xwediyên xizangên hespan dest bi karê xwe kir

Hüseyin Demirci  | 22.12.2025 - Rojanekırın : 22.12.2025
Li Navenda Xweşiqitandinê ya Sariqamîşê xwediyên xizangên hespan dest bi karê xwe kir Hüseyin Demirci

Kars

Li Navenda Xweşiqitandinê ya Sariqamîşê ya ku yek ji navendên girîng ên tûrîzma zivistanê ya Tirkiyeyê ye, bi vebûna sezonê va xwediyên xizangên hespan jî dest bi karê xwe kirin.

Li navçeya Sariqamîşê ya Qersê ya ku bi daristanên sariçamê, berfa krîstal û pistên dirêj ên xweşiqitandinê va tê nasîn, xwediyên xizangên hespan jî dest bi karê xwe kirin.

Hin mêvan tên navenda xweşiqitandinê ku xwe bişiqitînin, hinêk jî bi siwarbûna xizangên hespan û gera derûdorê va kêfxweş dibin.

- "Em hewl didin ku geştiyariyê bi vî awayî vejînin"

Halîl Çamliyê xwedî xizangên hespan ji nûçegihanê AAyê ra got ew hewl didin ku ji bo geştiyariya zivistanê xizmetê bikin û wiha axivî: "Sezona zivistanê dest pê kir, me xizangên xwe yên hespan anîn vir. Rêya me kişfkirî ye em naçin nav pîstan, em ji hêla otoparkê va dizivirin û vedigerin. Em bi vî awayî debara xwe dikin."

Serhat Aybay jî kêfxweşiya xwe ya ji bo vebûna sezonê anî ziman û wiha got: "Em hewl didin bêyî ku zirarê bidin kesî li ser rêyên xwe geştiyariyê bi vî awayî vejînin. Em her sezon bi xizangên hespan va dewam dikin. Em welatiyan dibin û tînin, ew jî bi rastî jê hez dikin. Bila sezona me li ser xêrê be."

Semîh Toprakê ku xweşiqitandinê hez dike jî got ew cara yekem e ku hatiye Sariqamîşê û wiha got: "Ji ya ku me hêvî dikir xweşiktir e. Em cara yekem siwarê xizangên hespan bûn û em wê ji kesên ku tên vir ra pêşniyar dikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.