Jiyan

Li Navenda Xweşiqitandinê ya Sariqamîşê ku berfa wê ji mêtreyek û nîvî zêdetir bû, qerebalixî heye

Hüseyin Demirci  | 14.01.2026 - Rojanekırın : 14.01.2026
Li Navenda Xweşiqitandinê ya Sariqamîşê ku berfa wê ji mêtreyek û nîvî zêdetir bû, qerebalixî heye Hüseyin Demirci

Kars

Li Navenda Xweşiqitandinê ya Sariqamîşê ku berfa wê ji mêtreyek û nîvî zêdetir bû, hatin û çûyîna ziyaretvanan zêde bû.

Sariqamîş bi daristanên xwe yên çamê û berfa xwe ya xizik xizikî va ji bo hezkiriyên xweşiqitandinê derdikeve pêş û li navçeyê qalindahiya berfê 162 santêm hat pîvan.

Hezkiriyên xweşiqitandinê ketina berfa zêde û tetîlkirina dibistanan ji xwe ra kirin firsend û berê xwe dan navenda xweşiqitandinê.

Kemal Sonmezê midûrê giştî yê otêleke li navenda xweşiqitandinê ji nûçegihanê AAyê ra got ku bi ketina berfê ra li navendê qerebalixî çêbû.

Sonmez daxuyand ku ji bo betlaneya somestirê gelek kesan ji wan ra seba ciyê mayînê vekir û wiha dewam kir, "Hefteya pêşiya me betlane dest pê dike. Gelek kes dixwazin werin herêmê, kargehên me jî bi kampanyayên curbecur alîkariya mêvanan dikin. Li gorî her budçeyê ji bo mayînê cihên me hene. Em hezkiriyên xweşiqitandinê bi malbatên wan va dewetî vê derê dikin ku têra dilê xwe, xwe bişiqitinîn."

Perwerdekarê snowboardê Alper Laçîn jî got ku bi ketina berfê ra pîst tijî meriv bûn û wiha dewam kir, "Bi her kesî ra em jî têra dilê xwe, xwe li ser berfa xizik xizikî dişiqitînin. Em li benda her kesî ne ku werin Sariqamîşê."

Furkan Bayramê ku ji Stenbolê hat jî got ku wî navend eciband û wiha dewam kir, "Her tişt gelekî xweş e, perwerdekarên me bi me ra gelekî eleqedar in, em spasdarê her kesê eleqedar in."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.