Li Navenda Kaşûnê ya Sariqamîşê qerebalixiya dawiya hefteyê
Kars
Li Navenda Kaşûnê ya Sariqamîşa navçeya Qersê ku di warê geştiyariya zivistanê da cihekî giring e, di dawiya hefteyê da qerebalix bû.
Navenda ku di nava darên çaman da ye û bi berfê venixumandiye, li pîstên etaba 2yemîn sitûriya berfê gihîşt 145 santîmetroyan.
Li navenda ku 5 telesiyej û 10 pîstên xwedî dirêjahiyên derdora 30 kîlometroyan lê ye, geştiyarên xwemalî û biyanî di binê berfê da kêfa snowboard û xîzankê kirin.
Perwerdekarê kaşûnê Murat Cumşît ji nûçegihanê AAyê ra anî ziman ku di rojên dawîn da berfeke têr hatiye.
Cumşît destnîşan kir ku dawiya hefteyê navend qerebalix bû û got, "Li pîstan metro û nîvek berf heye. Wê ev berf me bigihîne heta nîsanê. Qerebalixî zêde bû em her kesî vedixwînin Sariqamîşê.
Gizem Gurdala ku ji Enqereyê hatiye, got ku ew piştî demeke dirêj hatiye kaşûnê û got, "Min Sariqamîş hilbijart; pîst pir xweş in, em vê derê pêşniyarî her kesî dikin."
Fatmanur Yildiza hezkiriyeke din a kaşûnê, got ku ew pir caran serdana vê navendê dike û got, "Me hevalên xwe anîn vir da ku ew van bedewiyên mezin bibînin. Sariqamîş cihekî wsa ye ku divê were hilbijartin; em pêşniyarî her kesî dikin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
