Jiyan

Li Navenda Kaşûnê ya Mêrga Botan ya Hekariyê heyama kaşûnê dest pê kir

Sayim Harmancı  | 20.12.2025 - Rojanekırın : 23.12.2025
Li Navenda Kaşûnê ya Mêrga Botan ya Hekariyê heyama kaşûnê dest pê kir Sayim Harmancı

Hakkari

Li Navenda Kaşûnê ya Mêrga Botan ya Hekariyê piştî barîna berfê heyama kaşûnê dest pê kir.

Navenda ku 12 kîlometreyan dûrî navenda bajêr e, piştî xebatên lênêrîn û temîrkirinê û berfa dawî ji bo xizmetê amade ye.

Bi vebûna heyama kaşûnê ra welatiyan berê xwe dan Navenda Kaşûnê ya Mêrga Botan ya Hekariyê.

Walî û Şaredarê Wekil Alî Çelik ji rojnamevanan ra got ji ber ku kûrahiya berfê li navenda kaşûnê gihîştiye asta pêwîst, pîstên kaşûnê hatine amadekirin.

Emîn Yildirimê Midûrê Ciwanî û Sporê yê Hekariyê diyar kir ku navenda kaşûnê yek ji navendên herî populer yên werzîşên zivistanê ye.

Musa Gezerê ku ji Mêrsînê hat got, "Ev der cihekî ecêb e. Xelk pir merivhebîn e. Ez bi tesadufî di vekirina sezonê da li vir bûm. Ev tesadufeke xweş bû. Xelk li vir kêfa xwe bi kaşûnê tîne."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın