Li Navenda Kaşûnê ya Hesarekê ya li Bîngolê di biharê da kêfa kaşûnê
Li Bîngolê li navenda kaşûnê ya stûriya berfê gihîşt 110 santîmetreyî, tê payîn ku sezon heta meha nîsanê bidome
Bingöl
Navenda Kaşûnê ya Hesarekê ya li Bîngolê ya ku ji navendên werzişa zivistanê ya Herêma Rojhilatê Anadoluyê ye, di biharê da jî derfeta kaşûnê raberî ziyaretvanê xwe dike.
Li bajarê ku berfa herî zêde ya van salên dawî bariya, li Navenda Kaşûnê ya Hesarekê jî stûriya berfê gihîşt 110 santîmetreyî.
Li navenda ku 3 pîstên wê hene û dirêjahiya her pîstekê cuda ye, di meha adarê da ji kaşûnvanên amator û profesyonel ra derfeta kaşûnê tê pêşkêşkirin.
Li Navenda Kaşûnê ya Hesarekê ji xeynî Bîngolê mêvanên ji bajarên wekî Meletî, Tuncelî, Elezîz, Diyarbekir, Bidlîs, Mûş û Şanliurfayê jî tên ezimandin. Her wiha tê payîn ku li navendê sezon heta meha nîsanê bidome.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
