Jiyan

Li Navenda Kaşûnê ya Sariqamîşê di binê berfê da kêfa xweşeqitandinê

Hüseyin Demirci  | 27.12.2025 - Rojanekırın : 28.12.2025
Li Navenda Kaşûnê ya Sariqamîşê di binê berfê da kêfa xweşeqitandinê

Kars

Li Navenda Kaşûnê ya Sariqamîşê ya li Qersê ku di warê geştiyariya zivistanê da cihekî giring e, di dawiya hefteyê da qerebalix bû.

Navenda kaşûnê ku bi çiyayên xwe yên dirêj û berfa krîstalî ya di nav daristanên çaman de bala geştiyaran dikişîne, li pîstên etaba 2yemîn qalindahiya berfê lê gihiştiye asta têr.

Li navenda ku 5 telesiyej û 10 pîstên xwedî dirêjahiyên derdora 30 kîlometroyan lê ye, geştiyarên xwemalî û biyanî di binê berfê da kêfa snowboard û xîzankê kirin.

Onder Ersanê ku ji Enqereyê hatiye, ji nûçegihanê AAyê ra got ku ew nêzîkî 20 salan e bi rêkûpêk tên Sariqamîşê û got, "Siruşta Sariqamîşê pir xweş e, bi taybet îro ku berfa krîstalî dibare. Ji bo kaşûnê cihekî bi rastî taybet e. Em her kesî vedixwînin Sariqamîşê da ku kêfa kaşûnê biceribînin."

Faruk Çatmayê jî diyar kir ku xweşeqitandina di nava daristanê da kêfek bêhempa ye û got, "Ev der cihekî bêkêmahî ye ku divê her kesê ku meraq dike û ji kaşûnê hez dike bê guman serdana vêderê bike, em pêşniyar dikin."

Fatih Koçakê mamosteyê kaşûnê, bal kişand ser eleqeya geştiyarên navxweyî û biyanî bo Sariqamîşê û got, "Mêvanên me tevî berfa zêde jî kaşûnê dikin. Em hemû hezkiriyên kaşûnê yên ku dixwazin vê atmosferê biceribînin, vedixunîn Sariqamîşê."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın