Jiyan

Li navçeya Heskîfê ya dîrokî bafirok ji bo zarokên mafên wan hatine îxlalkirin hatin firandin

İbrahim Toprak  | 20.11.2025 - Rojanekırın : 22.11.2025
Li navçeya Heskîfê ya dîrokî bafirok ji bo zarokên mafên wan hatine îxlalkirin hatin firandin İbrahim Toprak

Batman

 Li Heskîfa navçeya Batmanê zarok di çarçoveya çalakiyên 20 Sermawezê Roja Mafên Zarokan a Cîhanê da ji bo balê bikşînin ser îxlalên mafan ên dijî zarokan tên kirin bafirok firandin.

Di çalakiya ku ji hêla Dibistana Navîn a Heskîfê va bi dirûşmeya "ji çîrokên nîvcomayî asîmanên azad ên ku dê lê bafirokên rengîn bifirin" hat lidarxistin da nimayişa oratoryoyê ya kurt hat pêşkêşkirin.

Di destê xwendekarên ku rûyê xwe bi rengên alaya Filistînê boyax kirin da dovîzên li serê "Xeze, Sudan, Myanmar û Turkistana Rojhilat" nivîsandibû hebûn.

Xwendekaran piştî nimayîşê bafirokên xwe berdan asîmanê.

Murat Yagmurê Midûrê Perwerdeya Neteweyî ya Navçeya Heskîfê daxuyaniyek da rojnamevanan û bi bîr xist ku 20 Sermawezê ji hêla Neteweyên Yekbûtî va wekî Roja Mafên Zarokan a Cîhanêtê qebûlkirin.

Yagmur diyar kir ji bo ku di serî da Filistîn balê bikşînin ser îxlalên mafên zarokan ên li erdnîgariyên cuda çêdibin çalakî hat lidarxistin û got ku "Me li navçeya xwe ya dîrokî Heskîfê çalakiya bafirokê li dar xist. Me ev çalakî ji bo zarokên ku li dinyayê jiyana xwe ji dest dane çêkir. Em difikirin ku di vê çarçoveyê da gihaştin armanca xwe."

Ji xwendekaran Mehmet Ayhan jî behs kir ku beşdarî çalakiya bafirokê bû û bi hevalên xwe ra wextê xwe xweş derbas kir.

Ayhan got ku ji bo balkişandina zarokên li dinyayê tên kuştin û rastî neheqiyê tên ev çalakî hat lidarxistin û got ku "Li Xezeyê zarok şûna ku bafirokê bifrînin tên bombekirin. Bêedaletî heye, neheqî heye. Herçiqas em nekarin tiştekî bikin ji bo ku nîşan bidin ku li ba wan e me ev çalakî li dar xist û bafirokên xwe firandin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın