Sabri Yıldırım
08 Tebax 2024•Rojanekirin: 16 Tebax 2024
Li Mûşê dirûna ceh û genim kuta bû û xêr û bereketa îsal rûyê cotkaran geş kir.
Cotkarên ku îsal li Deşta Mûşê ceh û genim reşandibûn, bi makîneyên dirûnê va dirûna ceh û genim kuta kir.
Ji ber ku xêr û bereketa îsal baş bû, cotkar şa ne û ceh û genimê xwe difroşin Ofîsa Dexl û Dehn.
Midûrê Çandinî û Daristanê Mehmet Gun ji rojnamegeran ra got ku li Deşta Mûşê wan saleke bi xêr û bereket derbas kir.
Gun diyar kir, li bajêr ser 2 milyon û 94 hezar dekarî genim û ceh hatibû reşandin û wiha dewam kir, "Ev genim û ceh hat dirûn û me nêzî 670 hezar ton dexl û dehn bi dest xist. Em ê nêzî 7 milyar lireyî piştgiriyê bidin aboriyê. Li vê derê 357 hezar hektar zeviyên çandiniyê hene. Li gor salên borî xêr û bereketa îsal pir baş bû. Cotkarên me kêfxweş in."