Li Mûşê mesaiya xweyîkerên heywanan li zozanan destpê kir

Muş
Li Mûşê bi germbûna hewayê ra, xweyîkerên heywanan ku pezên xwe derxistin zozanên bilind, êdî li zozanan bi cih dibin.
Xweyîkerên ku seranserê demsala zivistanê pezên xwe li cihên girtî hêwirandin, bi germbûna hewayê ra pezên xwe derxistin zozanan.
Xweyîkerên ku seranserê havînê li zozanan dimînin, bi firotina şîr û berhemên şîrî debara xwe dikin.
Sakîne Onera ji xweyîkeran ku li bajarokê Kirkoyê derketiye zozanan ji nûçegihanê AAyê ra anî ziman ku debara xwe bi xwedîkirina pez dikin.
Onerê destnîşan kir ku ewê havînê tevî li zozanan bin û got, "Bi taybet şevan gelek sar e. Welatiyên din jî heta çend rojekê wê ew jî bên. Ji ber berf û baranê xaniyên me yên li zozanan zirar dîtine. Nuha em paqijiyê û tadîlatê dikin. Heta em li vir in em penîr û nîvişk çêdikin. Ji ber vê lazim e em baş guh bidin heywanên xwe."
Tekîn Onerê heywandar jî anî ziman ku li zozanan mesaiya wan zû destpê dike û heta reş dikeve erdê didome û wiha got, "Em rojê 2 caran pez didoşin. Em şîr dimeyînin û dikin penîr. Em nû hatine em û hê em nuh bi cih dibin. Çêre gelekî xweş in."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.