14 Adar 2017•Rojanekirin: 16 Adar 2017
MUŞ
Li Mûşê Cevat Aktaşê sifirker vî karê ku hema hindik maye ku bê jibîrkirin dike.
Aktaşê ku di 7 saliya xwe de wek çirax dest bi çêkirina alavên sifir kiriye, 18 salan li Erziromê xebitiye û pişt re hatiye Mûşê.
Li navenda bajêr atolyeyeke Aktaş heye û ew di wê atolyê de quşxaneyan, sobeyan, bivir û mifteyan çêdike.
Aktaş ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku ew debara xwe bi vî karî dike û wiha dewam kir: "Ez karê xwe hez dikim. Tiştên wek sinî, misîn, fîncanên qehweyan çêdikim. Lê ji bilî van ez ji gundiyan re sobeyan, hêleçanan, bivir, tevr û tiştên din çêdikim. Lewra tiştên sifir têra xwe nayên firotin. Hin welatî wek diyarî dikirin."