Li Mûşê karker navtenga xwe bi werîsê va girê didin û berfa baniyan paqij dikin
Muş
Li Mûşê piştî barîna berfê, karker navtenga xwe bi werîsê va girê didin û wisa berfa li ser baniyên avahiyên bilind paqij dikin.
Li bajarê ku bi berfa dawîn va spîçîl bû, hin welatî ji ber rîska tepbûnê, berfa li ser baniyên mal û kargehên xwe didin paqijkirin.
Karkerên ku derdikevin ser baniyên avahiyên bilind, li hemberî qezayên muhtemel, navtenga xwe bi werîsê va girê didin û seriyê din ê werîs jî bi kolonan va girê didin û bi wî awayî tedbîra xwe distînin.
Karker bi vî awayî berfa li ser banî paqij dikin û bi heqê xwe va jî debara malbata xwe dikin.
Karker Îbrahîm Demirel diyar kir ku bi salan e berfa li ser baniyan paqij dike.
Demirel bal kişand ku li hemberî qezayên muhtemel ew tedbîra xwe distînin û wiha dewam kir, "Em berfa li ser baniyan paqij dikin da ku nebin sedema qezayan. Berfa li ser baniyan bi ser welatî û wesayîtan da tê xwarê."
