Jiyan

Li Mûşê hespan li ser berfê hîn dikin

Mehmet Olcay Tekin  | 27.01.2022 - Rojanekırın : 31.01.2022
Li Mûşê hespan li ser berfê hîn dikin

Muş

Li Mûşê kesên hespan xweyî dikin hespên xwe yên li hîpodromê dikevin pêşbaziyê li ser berfê hîn dikin û ji bo pêşbaziyan amade dikin.

Lu Mûşê Gunaydin Saçan û Haluk Dîzdarogluyê hespên pêşbaziyê xweyî dikin di şertên zivistanê da hespên xwe li er berfê didin revê ku quweta wan zêde bibe.

Seyît Saçanê li cem wan seyîstiyê dike daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku 25 sal e bi malbata xwe ra bi hespên pêşbaziyê ra eleqedar dibe.

Saçan destnîşan kir ku mesaiya wan şeveqê zû dest pê dike û wiha axivî: "Em pêşiya tewleya hespan paqij dikin, av û alifê wan diguherînin. Ji ber ku hewa zehf sar e di rojê da 2 saetan hesapan derdixin derva. Em ket, ceh û kapekê didin hespan. Ji ber ku hewa sar e em dimis jî didin wan. Li gelek pêşbaziyên li bajarên din hespên me direvin. Di pêşbaziya 2018an a li Edeneyê da hespê me yê Dîzdarbeg bi ser ketibû. Herî dawîn di pêşbaziya Şaredariya Hîlwanê da hespê me yê Atom Saçan qezenc kir. Em êdî bi hespan ra bûn yek. Ew jî endamên malbatê ne. Em bi dilxweşî vî karî dikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın