Jiyan

Li Mûşê ekîbên têkoşîna dijî berfê ji bo zivistanê amade ne

İbrahim Yaldız, Sabri Yıldırım  | 11.12.2025 - Rojanekırın : 11.12.2025
Li Mûşê ekîbên têkoşîna dijî berfê ji bo zivistanê amade ne İbrahim Yaldız

Muş

 Li Mûşê ekîbên têkoşîna dijî berfê ya Îdareya Taybet a Bajêr berî zivistanê amadehiyên xwe temam kirin.

Li bajêr di heyama têkoşîna dijî berfê da 113 xebatkar dê bi 68 makîneyên kar va li sehayê peywir bikin.

Ekîb dê li tora rê ya 2 hezar û 840 kîlomêtroqereyê ya di bin berpirsyariya Îdareya Taybet a Bajêr da xizmetê bikin û di rojên bi berf da ji bo ku hatin û çûyînê da tengasî çênebe dê hewl bidin.

Wesayîtên ku li baxçeya avahiya xizmetê ya pêvek a Îdareya Taybet a Bajêr kontrola wan hat kirin ji bo ku biçin herêmên xwe derketin rê.

Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajêr Şeyhmus Yentur ji rojnamevanan ra got ku makîneyên kar li atolyeyê ji bo têkoşîna dijî berfê amade kirin.

Yentur diyar kir ku seranserê zivistanê dê dijî berfê têkoşînê bidin û ev gotin:

"Em ê îsal li 368 gund û 217 mezrayên me bi 68 makîneyên kar va bixebitin. Li navçeyên me yên din şantiyeyên me hene. Em ê xebatên têkoşîna dijî berfê veqetînin 7 herêman û bi 11 ekîban va karê xwe bidomînin. Seyrûsefera welatiyan ji bo me gelekî girîng e. Herçiqas di salên dawîn da zêde berf nehatibe jî xebatkarên me yên bi tecrube bêyî li mesaiyê binêre ji bo vekirina rêyên welatiyên me xebitîn."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.