Li Mûşê di kelekel û germa havînê da ji darberûyan komira mangalê çêdikin

Muş
Li Mûşê karkerên ku debara xwe bi komira mangalê dikin, di kelekel û germa havînê da ji darberûyan komirê çêdikin.
12 malbatên ku ji Mêrdînê hatine Mûşê û di çadiran da dijîn, bi darên ku ji daristanê diçinin, komira mangalê çêdikin.
Karker darên ku diçinin didin ser hev, bi xweliyê serê digirin û di pey ra jî agir berdidin daran. Karker bi qasî 20 rojan li ber agir nobetê digirin.
Ji karkeran Mehmet Şerîf Sazan daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku li ciyê ku Midûriyeta Daristanê destnîşan kiriye, ji darberûyan komira mangalê çêdikin.
Mehmet Şerîf Sazan destnîşan kir ku 6 mehan komira mangalê çêdikin û got ku em bi rêbazên taybet bi qasî 25 rojan daran dişewîtin û komirê jê derdixin û dişînin Stenbol, Enqere, Samsun, Erzirom, Diyarbekir, Meletî û gelek bajarên din.
Mesude Sazanê jî diyar kir ku digel zor û zehmetiyê komirê çêdikin û pê debara xwe dikin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.