MUŞ (AA) - Midûrê Bajarê Mûşê yê Saziya Belavkirina Ceyranê ya Gola Wanê Mehmet Erbîl di daxuyaniya xwe de diyar kir ku di xebatên li bajêr tespît kirin ku rêjeya qaçaxa wenda ji sedî 62 ye.
Erbîl got ji bo ku vê rêjeyê daxînin ji sedî 40 gelekî dixebitin û ragihand ku aboneyên ku heta 30yê îlonê serî lê bidin, dê faîza derengmayînê ji wan nestînin.
Erbîl got em hêvî dikin ku hemû welatiyên me ji efûya der barê faîzê de sûd wergirin. Heke aboneyên me deynên xwe pêşin bidin em ê faîza deynên wan efû bikin. Welatî dê qismekî gelekî kêm bidin. Lê belê derfeta teqsîdê tuneye. Welatî dê deynên xwe di yek carê de bidin. Welatiyên me ji fatureyên zêde bêzar bûne.
Erbîl da zanîn bi 45 kesî komek ava kirine û dixwazin rê li ber bikaranîna ceyrana qaçax bigirin û got ku der barê mijarê de bi muxtaran re diaxivin.
Erbîl me der barê bikaranîna ceyrana qaçax de agahî da wan û me xwest ku der barê vê mijarê de hesas bin. Tîmên me bi şev û roj dixebitin.