Jiyan

Li Mûşê bêrîvan her roj ji bo dotina pêz bi kîlomêtroyan rê dimeşin

Sabri Yıldırım  | 27.07.2021 - Rojanekırın : 31.07.2021
Li Mûşê bêrîvan her roj ji bo dotina pêz bi kîlomêtroyan rê dimeşin

Muş

 Li Mûşê bêrîvan her roj ji bo dotina pezê li zozanên bilind bi kîlomêtroyan rê dimeşin.

Jinên li Zozanê Derecikê ya 35 kîlomêtro li dûrî navendê di konan da dimînin û her roj ber destê sibê dest bi xebatê dikin ji şiverê, gelî û giran ra derbas dibin digihîjin birên pêz ên li zozanê.

Ligel germahiyê bêrîvan hin caran dimeşin hin caran li ker û hespan siyar dibin û rêya dijwar temam dikin. Bêrîvan piştî dotina pêz dîsa ji heman rêyê ra vedigerin konên xwe.

Halîme Yaldiza bêrîvan diyar kir ku roj 12 kîlomêtro rê dimeşin ku pezê xwe bidoşin.

Yaldizê destnîşan kir ku ji bo herin ba heywanên xwe bi ker û hespan derdikevin rê û wiha axivî: "Em şîrê xwe li keran dikin û vedigerin konên xwe. Em rojê du caran vê rêyê diçin û tên. Şertên jiyanê dijwar in. Em ji şîr penêr, mast û rûnê malan çêdikin. Em bi vî awayî debara xwe dikin."

Derya Yaldizê jî got heywandariyê dikin û wiha pê da çû: "Ji ber germahiyê em gelekî tengasiyê dikişînin. Em bi rûn, mast û penêrê ji şîr çêdikin va debara xwe dikin. Heywandarî meslegekî zor e. Dema hewa sar bibe em ê derbasî Batmanê bibin. Heywanên xwe li wê derê xweyî bikin. Jiyana me di konan da derbas dibe."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın