Li Mûşê bi piştgiriya dewletê heywandarî pêş dikeve
Muş
Li Mûşê bi piştgiriya dewletê xwedîkirina pêz û dewaran zêde dibe.
Bernameyên piştgiriya krediyê, xwarinê û alîkariyê yên ku ji hêla Wezareta Çandinî û Daristanan va ji bo zêdekirina hilberînê li deverên gundewarî, xurtkirina karsaziyên malbatî û pêşxistina heywandariyê hatine destpêkirin, berdewam dikin.
Bi saya piştgiriya ku li bajêr hatiye dayîn, li gorî sala 2024an hejmara dewaran ji sedî 5, pez û bizinan ji sedî 22 û gamêşan jî ji sedî 8 zêde bûye.
Rêveberê Çandinî û Daristanan yê Mûşê Necattîn Gonç ji nûçegihanê AAyê ra got ku li bajêr xwedîkirina heywanan, çi pez û çi dewar, bi piştgiriya dewletê pêş ketiye.
Gonç diyar kir ku Mûş yek ji navendên girîng yên xwedîkirina heywanan e û wiha got, "Li bajarê me, bi qasî 254 hezar dewar, 7 hezar û 700 gamêş û milyonek û 410 hezar pez hene. Bi saya piştgiriya ku ji hêla Wezareta Çandinî û Daristanan va ji hilberîneran ra tê dayîn, hejmra heywanan zêde bûye. Ji hêla hejmarê va bajarê me li welêt di warê dewaran da di rêza 15emîn û di warê pêz da jî di rêza 12emîn da ye."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
