Li Mûşê ber û berhemdariya gilgilên hebeyî yên wekî ceribandin hatin ajotin kêfa cotkaran anî

Muş
MUŞ (AA) - Li Mûşê ber û berhemdariya gilgilên hebeyî yên îsal wekî ceribandin hatin ajotin kêfa cotkaran xweş kir.
Li gundê Karakopruyê yê girêdayî navendê, gilgilê hebeyî yê ji hêla Kargeha Çandiniyê ya Yildiz Alpaslan di 520 dekar erdî da hatibû ajotin, hat dirûn.
Ji gilgilê hebeyî yê bi makîneyên herî nûjen hat dirûn, ji pêşbîniyê zêdetir ber û berhem hat wergirtin.
Yusuf Yavuzê Endazyarê Bilind ê Ziraetê yê peywirdarê kargehê ji rojnamegeran ra diyar kir ku wan ji gilgilên hebeyî yên wekî ceribandin hatibûn ajotin, ber û berhemeke baş wergirt.
Yavuz destnîşan kir ku gilgil dê ji bo cotkaran bibe deriyekî nû yê dahatê û wiha dewam kir:
"Me li parêzgeha me îsal cara ewil di 520 dekar erdî da gilgilê hebeyî ajot. Me ber û berhemeke baş jê sitand. Em 750 ton rekolteyê payîn dikin. Em mehsûlê xwe difiroşin fabrîqeyên li dervayî parêzgehê jî. Gilgilê hebeyî di çêkirina êmê heywên, rûn û ar da tê emilandin. Hedefa me ew e ku em 8,5 milyon lîreyî tevkariya aboriyê bikin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.