Jiyan

Li Mûşê 100 kesên ku di rê da ji ber bagerê asê mabûn hatin xelaskirin

Li Mûşê ji ber berf û bagerê qasî 100 kes di rê da asê man, lê piştî xebateke 4 saetan ew hatin xelaskirin.

Türkan Tosun  | 25.02.2021 - Rojanekırın : 25.02.2021
Li Mûşê 100 kesên ku di rê da ji ber bagerê asê mabûn hatin xelaskirin

Muş

 Li Mûşê ji ber berf û bagerê qasî 100 kes di rê da asê man, lê piştî xebateke 4 saetan ew hatin xelaskirin.

Li ser rêya Haskoy-Mutkiyê di kîlomêtroya 10emîn da ji ber rewşa hewayê ya nebaş 30 wesayît asê man.

Piştî ku caw hat dayîn ekîbên Şeftiya Şaxa 113emîn a Rêbejayê bi 3 makîneyên kar va hatin herêmê û piştî xebateke 4 saetan rêwî xelas kirin.

Welatî Şerîf Seçîlîr ji rojnamevanan ra daxuyand ji bo ku ew jina xwe bibe nexweşxaneyê çûne, lê di rê da asê mane.

Şerîf spasiya ekîban kir û wiha axivî: "Rêya me her zivistan tê girtin. Ekîb gelekî hewl didin."

Samet Unal jî wiha got "Ji ber berf û bagerê ev saetek e em li ser rê ne. Bila sax bin ekîbên rêbejayê dixebitin. Li vir di 30 wesayîtan da 100 kes hene."

Operatorê makîneya kar Îdrîs Karakan jî got ev rê her tim ji ber bagerê tê girtin û wiha axivî: "Em di nav van şertên zehmet da hewl didin alîkariya welatiyên xwe bikin. Em duh şev jî li vir bûn. Dîsa 4-5 wesayît asê mabûn. Bager dewam dike. Ji 20 kîlomêtroya rê jê 7-8 kîlomêtro tê girtin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın