Önder Beyter
27 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 28 Tîrmeh 2020
Kordînatorê Heyva Sor a Tirk li Mûradiyeya navçeya Wanê Selçuk Yay ku berberiyê dike, berî Eyda Qurbanê diçe ziyareta welatiyên astengdar û nexweş û wan traş dike.
Yayê ku qedera 20 salan e li navçeyê berberiyê dike, berî Eyda Qurbanê biryar da ku biçe malên welatiyên nexweşên nava nivînan û yên astengdar û bêcuret wan traş bike.
Yayê ku radihêje çenteyê alavên xwe, tax bi tax digere û diçe malên nexweş û astengdaran û her wiha ser û rûyê wan kur dike. Yay beramberî vê xizmeta xwe jî diayê welatiyan hildide.
Yay di daxuyaniya xwe da bal kişand ku ew berî cejnê bêucret xizmetê dide welatiyên destteng, nexweş û astengdar û dilê wan xweş dike.
Welatiyên traş bûn jî ji ber eleqeya wî, sipasiya Yay kirin.