Li Mêrdînê tir û otomobîl li hev qelibîn, 2 kes mirin û 3 kes birîndar bûn
Mardin
Li Mêrdînê tir û otomobîl li hev qelibîn, di encama qezayê da 2 kes mirin û 2 jê giran 3 kes birîndar bûn.
Otomobîla bi plakaya 34 SB 6901 û tira bi plakaya 47 AAV 059 ên ku navê ajokarên wan hê nehatiye hînbûn li texma gundê Akinciyê ya rêya Artuklu-Nisêbînê li hev qelibîn.
Li ser îxbarê ekîbên tenduristî, îtfaiye û cendirmeyan sewqî cihê qezayê kirin.
Di qezayê da Melek D. (26) ya di otomobîlê da li cihê bûyerê mir. Ayşenur K. (26), Muhammed Heja S. (22), Kadîr Can S. (24) û Beyzanur Ç. (26) birîndar bûn.
Birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Mêrdînê û Nexweşxaneya Dewletê ya Qiziltepeyê.
Ji birîndarên rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Mêrdînê Ayşenur K. digel midaxeleyan jiyana xwe ji dest da.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
