Li Mêrdînê otobêsa gel û TIR li hev qelibîn, kesek mir û 9 kes jî birîndar bûn

Mardin
Li Qiziltepeya navçeya Mêrdînê otobêsa gel û TIR li hev qelibîn, kesek mir û 9 kes jî birîndar bûn.
Li Taxa Pîşesaziyê otobêsa gel û TIRa ku nasnameya şofêrên wan û plaqeyên wan hê ne diyar in di xaçerêya rêya hawirdorê da li hev qelibîn.
Li ser cawdayînê ekîbên Tenduristiya Acîl a 112yê, agirkuj û polês çûn cihê qezayê.
Di qezayê da 10 kes birîndar bûn.
Şofêrê otobêsê yê ku di wesayîtê da asê mabû ji hêla ekîbên agirkujê va hat derxistin.
Ekîban bi ambulansan birîndar rakirin nexweşxaneyên li bajêr.
Ji birîndaran A.T. (65) li Nexweşxaneya Dewletê ya Qiziltepeyê li hemberî hemû hewldanan nefilitî û mir.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.