Li Mêrdînê jin û mêrek û qîza wan a 5 salî li malê bi kuştî hatin dîtin
Mardin
Li Qiziltepeya navçeya Mêrdînê jin û mêrek û qîza wan a 5 salî li malê, bi awayekî ku bi çekê hatine kuştin, hatin dîtin.
Li gorî agahiyan, cînarên malbata ku di apartmaneke li Taxa Turgut Ozal da dijî ji ber ku tu xeber ji wan hilnedan, duh êvarê bi mixtarê taxê ra deriyê malê vekirin û ketin hundir.
Mixtar û cînaran dît ku gule berdane serê Mehmet K. (37), jina wî Berna K. (33) û qîza wan a 5 salî Samyelî K. û ew wisa hatine kuştin.
Li ser cabdayînê polês, ekîbên agirkuj û Tenduristiya Bilez a 112yê çûn cihê bûyerê.
Ekîbên tenduristiyê tesbît kirin ku ew mirine.
Ji bo ku li ser otopsî bê kirin, cinazeyên wan rakirin morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
