Li Mêrdînê ji bo rakirina xwarindanên li ezayan xebat hat destpêkirin

Mardin
Li Mêrdînê ji bo rakirina xwarindanên li şûn û ezayan xebat hat destpêkirin.
Bi beşdariya qaymeqam, miftiyên navçeyan û wezîfedarên dînî li Miftîtiya Parêzgehê bi mijara rakirina xwarindanên li şûn û ezayan li seranserê parêzgehê, civîn hat lidarxistin.
Alîkarê Walî Osman Çelikkol di axaftina xwe ya fi civînê da anî ziman ku pêdivê barê xwediyên ezayê ku dilgiran in, bê sivikkirin.
Çelikkol destnîşan kir ku di rojên wiha da ku xwediyên şûnê xwarinê îkram bikin, ne tiştekî di rê da ye û wiha pê da çû:
"Pêxemberê me pêşniyar kiriye ku ji bo sivikkirina barê xwediyê miriyan, yên derdorê û xizim xwarinê bibin malên wan, ne ku herin li wêderê bixwin. Bi demê re, ev sepan li hin herêman hate terikandin û li şûna ku xwarin ji xizmên miriyan re bibin, xizmên miriyan ji bo kesên ku hatine sersaxiyê bikin, xwarinê amade dikin."
Miftiyê Parêzgehê Enver Turkmen jî diyar kir ku ew dixwazin ji bo Mêrdînê sepaneke pir baş bidin destpêkirin.
Turkmen destnîşan kir ku bi pêşengî û piştevaniya Walî Tuncay Akkoyun dest bi xebatan kirine û got, "Di vê mijarê da ji seranserê parêzgehê gilî hatin kirin. Yen ku hal û wextên baş in, ti zehmetiyê nakişînin. Lêbelê yên xizan û kêmdahat ji bo li hember xizm û cîranan şerperze nebin, krediyan dikişînin, pereyan deyn dikin. Me jî xwest li seranserê parêzgehê îmzayê biavêjin binê destpêkekê. Me gotarên nimêja înê û yên weazan amade kirine. Înşelle wê bibe sedema xêrê. Heke xwediyê ezayê dixwaze xêrê bike, bila li kesên li xwedan pêwîstiyan bike. Em dixwazin vê meseleya bi pirsgirêk ji parêzgeha xwe rakin. Ev yek gelekî giring e."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.