Jiyan

Li Mêrdînê çêlek û golika wê bi diyarî dan jinika ku çêleka wê mirar bû

Selahattin Erol  | 12.02.2026 - Rojanekırın : 12.02.2026
Li Mêrdînê çêlek û golika wê bi diyarî dan jinika ku çêleka wê mirar bû Selahattin Erol

Mardin

Li Midyada navçeya Mêrdînê çêlek û golika wê bi diyarî dan jinika ku çêleka wê nexweş ket û mirar bû.

Sadiye Demira (41) dayika 3 zarokan a ku li Taxa Çavuşluyê dijî, çêleka wê ya debara xwe pê dikir, nexweş ket û mirar bû.

Arafat Akdoganê mixtarê taxê, Mehmet Kayayê Qaymeqamê navçeyê ji rewşê agahdar kir.

Bi kordîneya Kayayê Qaymeqam, bi piştgiriya xêrxwazekî çêlek û golika wê hat kirîn û radestî jinekê hat kirin.

Kaya, Sadiye Demir ziyaret kir û di daxuyaniya xwe da diyar kir ku dema haya wî bi mirarbûna çêlekê çêbû, ew ket nav liv û tevgerê.

Kaya wiha axivî, "Bi têgihiştina dewleta sosyal, me wekî mînaka desthevgirtina gel-milet, çêlekeke doşanî tevî golika wê radestî malbata xwe kir. Em spasiya karsazê xwe yê xêrxwaz dikin û hêviya xêrê li malbatê dikin."

Demirê jî bal kişand ku ew gelekî bextewar e ku heywan anîn û dan wê.

Demirê ji Kayayê Qaymeqam û kesên xwedan ked û xêr ra dia û spasî kir.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın