Li Mêrdînê baran û mij bi bandor e
Mardin
Li Mêrdînê baran û mij a ku bi bandor e, bandora neyênî li jiyana rojane kir.
Li navenda bajarê tevî baranê mijê j^bandora xwe domand, mesafeya dîtinê kêm bû û di veguhastinê de astengî çêbûn.
Ji ber mijê, li cihên bilind, carinan mesafeya dîtinê daket heta 10 metroyan, û polîsên trafîkê hişyarî dan ajovanan ku çirayên mijê vêxin.
Walîtiyê ragihand ku bajar ketiye bin bandora hewaya sar û baranê, û pêşbîniyên şilopeyê û berfê hene.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku ji ber daketina pileya germahiyê, bi taybetî di saetên şev û sibehê da, dibe ku qeşa û cemed çêbibe û wiha hat gotin, "Ji ber vê yekê, tê payîn ku di veguhastina bejahî û asîmanî da astengî çêbibin. Divê welatî baldar bin û li dijî şert û mercên hewayê yên nebaş tedbîran bigirin."
