Li Midyadê kevneşopiya xwendina Quranê bi şêweya miqabeleyê berdewam e
Mardin
Li Midyada navçeya Mêrdînê kevneşopiya xwendina Qurana Pîroz bi şêweya miqabeleyê berdewam e.
Li Mizgefta Hecî Qasim Altunkaya ya li navçeyê welatiyên ku danê sibehê û nîvro li hev dicivin, dema wezîfedar Qurana Kerîm dixwînin wan dişopînin, yên nizanin bixwînin jî guhdarî dikin.
Melayê mizgeftê Mehdî Ocak diyar kir ji ber ku Quran di vê mehê da hatiye daxistin, meha Remezanê meha herî bi xêr û bi bereket e.
Ocak destnîşan kir ku kevneşopiya miqabeleyê vedigere serdema Hezretî Mihemed û mebest ji miqabeleyê ew e ku xwênerên Qurana Kerîm wê hê rasttir û xweştir bixwînin.
Îdrîs Îrazê ji cemaeta mizgeftê anî ziman ku ew her sal beşdarî miqabeleyê dibe û hewl dide vê kevneşopiyê bide domandin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
