Abdullah Tel
24 Îlon 2019•Rojanekirin: 24 Îlon 2019
NEW YORK
Di merasima "Roja Eşûreyê-The Day of Ashura" da ku Konsoslosxaneya New Yorkê ya Tirkiyeyê organîze kir da li Meydana Timesê û qadên turîstîk ên New Yorkê eşûre hat belavkirin.
Li cihekî herî qelebalix a Meydana Timesê maseyek bi tasên tijî eşûre va hat danîn. Şêniyên Amerîkayê, gelek turîst û polêsên li New Yorkê dixebitîn eşûre xwarin û ji tehma wê gelekî hez kirin.
Kesên eşûre xwarin diyar kirin ku ew tehmeke cihê û gelekî xweş e.
Li ser daxwaza Konsolosxaneya New Yorkê îsal cara duyemîn eşûre hat belavkirin. Heta niha ji bo belavkirinê 2 hezar û 500 tas eşûre hat amadekirin û ji wan hezar tas li Meydana Timesê û yên mayî jî wê li parka Bowling Green û Central Parkê bên îkramkirin.
Du wesayîtên ku ji sêaliyên va bi LED û wêneyên AAyê jî li ser wan dihatin weşandin li cihên navendî yên bajêr ên wekî Meydana Timesê, Bowling Greenê û Central Parkê geriyan û Tirkiye dan nasandin.