Li Meletiyê TIR û minîbus li hev qelibîn: 3 mirî
Malatya
Li Akçadaga navçeya Meletiyê TIR û minîbus li hev qelibîn, di qezayê da 3 kes mirin.
Minîbusa ku şofêrê wê Mustafa Nurî Taşkanat û plaqeya wê 38 YD 898 e li ser rêya Qeyserî-Meletiyê li Taxa Çayirduzuyê ji paş va li TIRa ku nasnameya şofêrê wê hê ne diyar e û plaqeya wê 38 AHY 083 e qelibî.
Li ser cawdayînê cendirme û ekîbên Tenduristiya Bilez a 112yê çûn cihê qezayê.
Ekîbên tenduristiyê tesbît kirin ku ji 3 kesên di minîbusê da, jê şofêr Mustafa Nurî Taşkanat û Saadet Taşkanat li cihê qezayê mirine û Rukiye Sarimermer jî bi giranî birîndar bûye.
Ekîban bi ambulansê Rukiye Sarimermer rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Meletiyê.
Sarimermer li hemberî hemû hewldanan ji mirinê nefilitî.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
