Jiyan

Li Meletiyê ji stûyê pîrejinekê kîtleya guatrê ya kîloyekî hat derxistin

Volkan Kaşik  | 01.07.2022 - Rojanekırın : 02.07.2022
Li Meletiyê ji stûyê pîrejinekê kîtleya guatrê ya kîloyekî hat derxistin

Malatya

 Li Meletiyê kîtleya kîlogramekî ya di stûyê nexweşa guatrê Mufide Uçarê da ya ku 30 sal e gava bêhnê hildide, radizê, dimeşe û nan dixwe zehmetiyan dikişîne, bi operasyoneke serkeftî hat derxistin.

Nexweşxa guatrê Mufide Uçara 67 salî ya li navçeya Doganşehirê dijî, ji ber tirsa emeliyetê kîtleya di stûyê xwe da ya ku roj bi roj mezin bû paşguh kir. Uçarê digel ku aciz dibû 30 salan bi kîtleya di stûyê xwe da jiyana xwe domand. Uçarê 3 sal berê ji ber zêdebûna aciziya xwe ya ji ber kîtleyê ya di dema bêhnhildan, razan, nanxwarin û meşê da serî li nexweşxaneyê da.

Di kontrolên hatin kirin da hat tesbîtkirin ku kîlte hema hema belayî tevahiya stûyê wê bûye û lewma divê were emeliyetkirin.

Mufide Yukselê herî dawî jî serî li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Meletiyê da û li vir ji hêla Endamê Hîndekariyê yê Beşa Makezanista Cerahiya Giştî ya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Malatya Turgut Ozal, Doç. Dr. Burhan Hakan Kanat hat mianekirin û her wiha piştra jî hat emeliyetkirin. Bi emeliyeta serkeftî va kîtleya guatrê ya kîlogramekî ji stûyê nexweşê hat derxistin.

Doç. Dr. Burhan Hakan Kanat ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku ew ji guatra di stûyê Mufide Uçarê ra dibêjin "guatra dêw" û wiha dewam kir:

"Tîroît di rastiyê da di me hemûyan da heye. Guatr jî mezinbûna neasayî ya tîroîtê ye. Di xatiya me da me bi qasî kîlogramekê tîroît derxist. Tîroîta di herkesî da derdora 25-35 gramî ye. Lê ya di xatiya me da bi qasî 40 qatî mezintir bû. Guatra dêw em jê ra dibêjin. Jê bo wê dibû sedema gelek zehmetiyan. Me jê ra behsa hemû rîskên wê kirin. Bi rastî tirsa hemû nexweşan, çûyîna deng û nemayîna hevsengiya kalsîyumê ye. Heger cerahî li ser destê pisporan were kirin, di van herduyan da jî rîsk di bin sedî 1ê da ye."

Mufide Uçara ku bi emeliyetê tenduristiya wê hat cih jî wiha axivî, "Berê min nikaribû razêm, bimeşim û min nikaribû bêhnê hildim. Niha şikir baş im, berê eqrebayekî me emeliyeta guatrê bûbû, nikaribû xeber bida. Ez ji wê tirsiyam. Niha şikir ez pir baş im."



​​​​​​​

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.