Jiyan

Li Meletiyê ekîbên şaredariyê dermanên nexweşê li taxa gundewar a ku rêya wê hatibû girtin gihandinê

Orhan Yoldaş  | 24.01.2026 - Rojanekırın : 26.01.2026
Li Meletiyê ekîbên şaredariyê dermanên nexweşê li taxa gundewar a ku rêya wê hatibû girtin  gihandinê

Malatya

 Li Battalgaziya navçeya Meletiyê ekîbên têkoşîna dijî berfê ya Şaredariya Meletiyê dermanên nexweşê ku nexweşiya wî ya kronîk heye û li taxeke gundewar dijî, gihandinê.

Li gor daxuyaniya Şaredariya Battalgaziyê li navçeyê xebatên vekirina rê dewam dikin û demildest midaxeleyî bangewaziyên alîkariyê yên ji taxên gundewar tên dikin.

Ergul Orakê ku li Taxa Yayginê ya gundewar dijî û nexweşiya wî ya kronîk heye ji ber ku dermanên wî xilas bûn û rê ji ber berfê hatibû girtin ji şaredariyê alîkarî xwest. Li ser vê ekîban dest bi xebatê kir û rêya bi qasî 21 kîlomêtroyî vekir û dermanên nexweş teslîm kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.