Jiyan

Li Meletiyê 2 otomobîl li hev qelibîn, 2 kes mirin û 2 kes jî birîndar bûn

Bilal Timur  | 02.05.2025 - Rojanekırın : 03.05.2025
Li Meletiyê 2 otomobîl li hev qelibîn, 2 kes mirin û 2 kes jî birîndar bûn

Malatya

 Li Meletiyê 2 otomobîl li hev qelibîn, di qezayê da 2 kes mirin û 2 kes jî birîndar bûn.

Otomobîla bi plaqeya 23 LE 558 ku Bariş Çiftçî diajot û otomobîla bi plaqeya 34 CIC 250 ku A.B. diajot li rêveqetana taxa Yenîkoyê ya li ser rêbeja Meletî-Elezîzê li hev qelibîn.

Piştî ku kesên derdorê agahî dan Navenda Bangê ya Acil a 112ê, ekîbên tendirustî, îtfaiye, polîs û cendirmeyan hatin cihê bûyerê.

Di qezayê da Bariş Çiftçî û Erhan Çiftçî canê xwe ji dest dan. D.Ç. û A.B. yên birîndar bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Meletiyê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın