Jiyan

Li Meletiyê qeraşê 53 salî pîşeyê bav û kalên xwe yê 150 salan didomîne

Orhan Yoldaş  | 05.08.2025 - Rojanekırın : 06.08.2025
Li Meletiyê qeraşê 53 salî pîşeyê bav û kalên xwe yê 150 salan didomîne

Malatya

 Li Battalgaziya navçeya navendî ya Meletiyê, Mustafa Sirmayê qeraşê 53 salî, pîşeyê bav û kalên xwe yê 150 salan digel 2 kurê xwe didomîne.

Sirmayê ku aşê xwe yê li taxa Haniminçiftigiyê digel 2 kurê xwe serê sibehê vedike, genim û cehê ku ji deverên curbicur ên bajêr tê, dike ar û savar.

Sirmayê ku weke nifşê 4emîn pîşeyî bav û kalên xwe didomîne, beşeke mezin a roja xwe li aş derbas dike.

Sirmayê ku digel herdu kurê xwe Gokhan û Sefa qeraşiyê dike ji nûçegihanê AAyê ra anî ziman ku ev pîşe ji bav û kalên wan ji wan ra mîrat maye û wiha pê da çû:

"Gundî li vir genimê xwe dihêrin û dikin ar û savar. Em bi sedsalan e vî karî dikin û em pir kêfxweş in. Spas ji Xwedê ra, em vî pîşeyê xwe didomînin. Temenê min dibuhire, ji ber vê yekê ez dixwazim aş dewrî zarokên xwe bikim, bila ev pîşe bidome. Ez û herdu kurên xwe li aş xizmeta gel dikin."

Gokhan Sirmayê 30 salî ku bi bavê xwe ra qeraşiyê dike, jî diyar kir ku ew dixwaze pîşeyê xwe bidomîne û got, "Min hê di ciwaniya xwe da dest bi vî pîşeyê xwe kir. Bi îzna Xwedê em ê heta dawiya jiyana xwe vî karî bidomînin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın