Jiyan

Li Meletiyê piştî xebateke 5 saetan gihîştin dayik û pitika wê ya nûbûyî

Oktay Demirci  | 17.01.2026 - Rojanekırın : 17.01.2026
Li Meletiyê piştî xebateke 5 saetan gihîştin dayik û pitika wê ya nûbûyî

Malatya

 Li Meletiyê ekîbên rêbejan piştî xebateke 5 saetan ya rêvekirinê, gihîştin dayika ku ji ber berf û bahozê li mala xwe ya gund welidî û pitika wê ya nûbûyî.

Li taxa Kurucaova ya navçeya Doganşehirê, rêya herêma gundê Yalankozê di 14ê Çile da ji ber berfa zêde û bagerê ji trafîkê ra hatibû girtin.

Bi Navenda Banga Acil a 112ê va hat ragihandin, ku li herêma Yalonkozê dayikek li ber welidînê ye.

Ji bo gihîştina dayikê, ekîbek ji Malatya UMKE, Servîsa Lezgîn a 112ê û ekîbeke ambulansa pajero ji navçeya Çelikhan a Adiyemanê hatin şandin.

Piştî nêzîkî 5 saetan xebata ekîbên rêyan, gihîştin dayika ku li herêma Yalankozê zarok anîbû dinyayê. Piştî midaxeleya pêşîn, dayik û pitik ji bo Nexweşxaneya Dewletê ya Doganşehirê hatin veguhastin.

Hat hînbûn ku tenduristiya dayik û pitikê baş e.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın