Li Meletiyê otomobîl û wesayita bazirganîya sivik li hev qelibîn: 4 kes mirin

Malatya
Li Akçadaga navçeya Meletiyê otomobîl û wesayita bazirganîya sivik li hev qelibîn di qezayê da 4 kes mirin û 2 kes birîndar bûn.
Li gorî agahiyan otomobîla bi plaqeya 23 BC 278 û wesayita bazirganiya sivik a bi plaqeya 16 BTE 244 ku nasnameya ajovanên wan hê tesbît nebûye, li texma Bayramuşagiyê li hev qelibîn.
Li ser îxbarê ekîbên Servîsa Acil a 112ê, polîs, AFAD, UMKE hatin cihê bûyerê.
Di qezayê da li gorî agahiyên berahî 4 kesan canê xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.
Birîndar bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyê.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.