Li Meletiyê bavekî ji bo zarokên xwe ji berfê xanî çêkir
Malatya
Li Doganşehira navçeya Meletiyê ji bo ku zarokên wî tê da bileyîzin, bavekî ji berfê xanî çêkir.
Piştî berfa ku li navenda navçeyê ket, Mesut Yaman ji bo zarokên xwe Yasîr Faruk û Muhammed Fatîhê ku di betlaneya nîvê salê da ne, biryara çêkirina xaniyê ji berfê da. Yaman xanî çêkir, merş lê raxist û tê da sobe jî danî.
Mesut Yaman diyar kir wî ji zarokên xwe ra suprîz kir ku têra dilê xwe bi berfê bileyîzin.
Yaman got ku wî ji bo çêkirina xaniyê ji berfê gelekî wext xerc kir û wiha axivî, "Piştî ku berf zêde ket, me xwest ku em seba zarokan çalakiyeke cuda bikin. Me ji berfê xanî çêkir û wekî xaniyan raxist. Ji bo wan bû bîranîneke xwe, wê jibîr nekin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
