Jiyan

Li Mûşê berfê rêya koma gundan girt û rê di 3 saetan da paşê hat vekirin

Sabri Yıldırım  | 29.11.2021 - Rojanekırın : 29.11.2021
Li Mûşê berfê rêya koma gundan girt û rê di 3 saetan da paşê hat vekirin

Muş

 Li deverên bilind ên Mûşê berf barî û bagerê rêya koma gundan girt, ekîban rê vekir.

Li bajêr bişev berfê dayê û bager rabû. Berf û bagerê li texma Çavuş Tepeyê rêya koma gundan a Uçevlerê girt.

Ekîbên berfê yên Îdareya Taybet a Bajêr di mij û pûkê da xebat da destpêkirin ku rêya herêmê vekin.

Li herêmê qalindahiya berfê cî bi cî heta 30 santêmî derket, ekîban di 3 saetan da paşê rê vekir.

Alîkarê amirê qadê yê Îdareya Taybet a Bajêr Mustafa Yaşlik ji rojnamegeran ra got ku berfê rêya ku diçe 10 gund û 2 mezreyan girt.

Yaşlik daxuyand, ji ber raqima bilind li herêmê timî bager tê û mij heye, lê wan digel van şert û mercên dijwar rê vekir.

Ji şêniyên gund Felemez Kotan jî daxuyand ku ew bi minîbusê ji bajêr vedigeriyan gund û wiha dewam kir, "Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr vê gavê rêya me vedike. Berfê rê girt. Ku xebat kuta bibinî, em ê vegerin gund."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın