Jiyan

Li Mêrdînê Av û Geliyê Karasuyê ji bo ezimandina ziyaretvanan xwe amade dike

Halil İbrahim Sincar, Bestami Bodruk  | 04.05.2022 - Rojanekırın : 08.05.2022
Li Mêrdînê Av û Geliyê Karasuyê ji bo ezimandina ziyaretvanan xwe amade dike

Mardin

 Li Mazîdaxa navçeya Mêrdînê Av û Geliyê Karasuyê ya ku bi bedewiya xwe ya xwezayî balê dikişîne, bi asayîbûna piştî sînordarkirinên Kovîd-19ê va xwe ji ezimandina ziyaretvanan ra amade dike.

Ava Karasuyê ya li ser rêbejaya Diyarbekir-Mêrdînê ya ku di geliyê wê da piçûk mezin bi dehan sûlav hene, her sal gelek xwezahezî diezimîne.

Geliyê ku 10 kîlometre guzergeha wê ya meşê heye, wê derfetê dide ziyaretvanên xwe ku di nava xwezayê da digel dengên avê û yê çûkan bimeşin û hewaya paqij hildin.

Li Mazîdaxa navçeya Mêrdînê Av û Geliyê Karasuyê ya ku bi bedewiya xwe ya xwezayî balê dikişîne, bi asayîbûna piştî sînordarkirinên Kovîd-19ê va xwe ji ezimandina ziyaretvanan ra amade dike.

Av û Geliyê Karasuyê yê ku ji ber tedbîrên Kovîd-19ê ev 2 sal bûn bêdeng bû, bi bidawîbûna tedbîran va li benda ziyaretvanên xwe ye.

Ava Karasuyê ya ku rêya wê par ji hêla Walîtî û Şaredariya Bajarê Mezin hat asfaltkirin, bi destê ekîbên şaredariyê hat paqijkirin û bo ziyaretvanan hat amadekirin.

Walî û Wekîlê Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Mahmut Demirtaş di daxuyaniya xwe ya da peyamnêrê AAyê da diyar kir, Ava Karasuyê ciyê leqayîhevbûna av û keskahiyê ye.

Demirtaş bal kişand ku wekî Şaredariya Bajarê Mezin wan li qadê xebata paqijiyê kir da ku ziyaretvan gava hatin, ciyekî xweş û paqij bibînin.

Demirtaş destnîşan kir ku gelî tam di navenda sêgoşeya zêrîn a Mezopotamyayê da ye û wiha got, "Hemû welatiyên me, xasma hemşehriyên me yên Mêrdînî dikarin pir bi hêsanî pîknîka xwe bikin. Ev der, ciyekî ewle û paqij e."​​​​​​​

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.