Li Mûşê xwediyê heywanan berê xwe didin herêmên germ
Muş
Li Mûşê heywandar tevî keriyên xwe yên pêz berê xwe didin herêmên germ.
Xwediyên heywanan ku bi hezaran pêz ber bi Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê va diçin wê heta meha Gulanê li Diyarbekir, Batman, Şanliurfa û Mêrdînê bimînin.
Samî Konukê Serokê Komeleya Xwediyên Mî û Bizinan ya Mûşê ji nûçegihanê AAyê ra got ku 400 xwediyên heywanan yên li bajêr dest bi birina nêzîkî 120 hezar pezên xwe ji bo bajarên germ kirine da ku zivistanê lê derbas bikin.
Konuk diyar kir ku xwedîkirina heywanan karekî dijwar e û wiha got, "Her sal bi qasî 120 hezar heywanên me diçin bajarên li Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê. Bi vegera van heywanan ra, zozanên me bi heywanan tijî dibin. Hejmara heywanên me zêde dibe. Hejmara heywanên piçûk yên li bajer milyonek û 400 hezar e."
Şeyhmus Ertenê yek ji xwedîkerên pêz diyar kir ku şert û mercên zivistanê li bajêr dijwar in û got ku ji ber vê yekê em pezên xwe dibin herêmên germ.
Erten diyar kir ku ew ê piştî rêwîtiyeke dijwar ya 20 rojan bigihêjin çêregeha ku wan li gundewarê navçeya Farqînê (Sîlvan) ya Diyarbekirê kirê kiriye û wiha got, "Em ê nêzîkî pênc mehan li vir bimînin. Em ê di biharê da vegerin. Em debara xwe bi xwedîkirina heywanan dikin. Karê me dijwar e. Em şev û roj li çiyayan in. Em xwedîkirina heywanan ya ji bav û kalên me maye didomînin."
Fetullah Agar jî got, "Em heşt roj in li ser rê ne. Ji ber berfa zêde ya zivistanê, em pezên xwe yên piçûk dibin herêmên germ. Piştî şeş mehan li wir dimînin, em vedigerin Mûşê. Rêwîtiyeke din ya dijwar ya 20 rojan li pêşiya me ye."
