Jiyan, archive

Li Mûşê stûnên ceyranê ketin, ceyrana 100 gundî çû

Li Vartoya (Gimgim) navçeya Mûşê ji ber berf û bagera pûkê stûnên ceyranê yên hesin ketin û ceyrana navçeyê û 100 gundî çû.

07.01.2015 - Rojanekırın : 07.01.2015
Li Mûşê stûnên ceyranê ketin, ceyrana 100 gundî çû

MUŞ
 
 Li Gimgima navçeya Mûşê ji ber berf û bagera pûkê stûnên ceyranê yên hesin ketin û ceyrana navçeyê û 100 gundî çû.

Ekîbên Şirketa Anonîm ya Belavkar a Ceyranê ya Wangoluyê (VEDAŞ) ji bo xeta ceyranê temîr bikin dixebitin, piştî 16 saetan li ser xetên din re ceyran dan hin gundan.

Teknisyenê erizeyê yê VEDAŞê Suat Sarikaş daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Stûnên ceyranê yên hesin ji ber berf û bagerê ketin. Navçe û 100 gund di tariyê de man. Li ser xetên din re ceyran dan navçe û hin gundan, lê hê ceyrana 50 gundî tuneye. Her çend çêkirina ceyranê di vê berf û bagerê de zehmet be jî, ji bo ku welatî bê ceyran nemînin, em dixebitin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın