Jiyan

Li Mûşê Salîha Yuvança 72 salî bi piştgiriya dewletê bû hilberînera gêlasan

Elif Irmak  | 30.06.2020 - Rojanekırın : 01.07.2020
Li Mûşê Salîha Yuvança 72 salî bi piştgiriya dewletê bû hilberînera gêlasan

Muş

Li Mûşê Salîha Yuvança 72 salî bi piştgiriya ku di çarçoveya Bernameya Piştgiriya Civakî (SODES) sitand da li ser 5 donim eraziyê baxçeya gêlasan a ku tê da 400 dar hene ava kir û Yuvanç kêfxweş e ku cara ewil gêlas berhev kirin.

Yuvança ku li gundê Akpinara 35 kîlomêtro dûrî navenda bajêr dayika 3 zarokan e û 9 neviyên wê hene. Yuvançê ji bo ku piştgiriyê bide budçeya malbatê biryar da ku baxçeya gêlasan ava bike.

Yuvanç beşdarî kursa cenaniya mêweyan bû û sal berê proje pêşkêşî SODESê kir û ji Midûriya Çandinî û Daristanê ya Bajêr piştgiriya hîbeyê hilda.

Yuvançê bi piştgiriya hilda li ser 5 donim eraziyê baxçeya gêlasan a ku tê da 400 dar hene ava kir û îsal cara ewil gêlasên xwe çinîn.

- "Heke ez dikarim bikim herkes jî dikare bike"

Yuvançê got ku bi piştgiriya fîdanan a ku di çarçoveya SODESê da hat dayîn baxçeya gêlasan ava kir.

Yuvançê got ku Midûriya Çandinî û Daristanê ya Bajêr ji çandina daran heta xwedîkirina wan di her mijarê da bûn alîkar û wiha axivî: "Me ji baxçeya ava kir cara ewil fêkî hilda. Em ê qismeke gêlasan bifroşin qismekî wan jî belavî cîranên xwe yên li gund bikin. Ez 72 salî me. Heke ez di vê emrê xwe da dikarim vê karê bikin jinên din jî dikarin bikin."

- "Cenaniya fêkiyan ji bo me kareke biqezenc e"

Midûrê Çandinî û Daristanê yê Bajêr Mehmet Aydin jî diyar kir ku li bajêr hilberîna tirî, gêlas, gûz, karçîn û sêvan di demên dawîn da pêş ket.

Aydin got ku li bajêr ji bo zêdekirina hilberîna gêlasan di çarçoveya SODESê da 15 hezar şitlên gêlasan belav kirin û ev gotin:

"Me di çarçoveya projeyê da li gundê Akpinarê ji bo 15 jinên hilberîner baxçeya gêlasên Napolyon ên 5 dekarî ava kir. Niha fêkî didin. Fêkiyên tê çînin li market û mêwefiroşan tê firotin. Mêwekarî ji bo cotkarên me kareke biqezenc e. Yek ji wan jinan jî dapîra Salîha ye. Ew jî kêfxweş e ku gêlasên xwe yên ewil berhev kirin. Xebatên me encamên erênî dan."

- "Em li bendê ne ku 6 ton gêlas berhev bikin"

Nîhat Yuvançê ku Salîha Yuvançê jî got ku ji baxçeya ku bi teşebûsa diya xwe ava kirin li bendê ne ku 6 ton mêwe bê û got ku "Gêlasê Napolyo berhemeke girs, bikalîte û bi tahm e. Heke dewletê ev derfet nedaya me nedikariya ku ev baxçe ava bikira. Em ji ber fêkiyên ewil kêfxweş in. Spasiya dewleta xwe dikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın