Li Mûşê mixtarê gund bi aparata avêtiye pey traktorê rêyan vedike
Muş
Li Mûşê mixtarê gundê Çatbaşiyê Nasir Balkaya 7 sal e bi aparata avêtiye pey traktorê va rêyên di nav gund da vedike.
Balkayayê ku li gundê Çatbaşiyê 7 sal e mixtariyê dike, zivistanê ji bo paqijkirina berfa di rêyan da biryar da ku aparata diavêjin pey tarktorê bi kar bîne.
Balkayayê ku ji ekîbên Rêveberiya Taybet a Parêzgehê jî piştgirî sitand, apart avêt pey traktorê û pê rêyên nava gund û her wiha rêyên gom, tewle û merekan vedike.
Mixtar Balkaya ji rojnamegeran ra destnîşan kir ku piştî ketina berfê ew her carê, bi traktorê rêyên di nava gund da vedike û wiha dewam kir:
"Ekîbên Rêveberiya Taybet a Parêzgehê tê ra xwe peywira xwe tînin cih. Ez jî rêyên nava gund paqij dikim. Însanên me cotkariyê dikin, ez jî cotkar im. Ez tengasiyên însanan dizanim. Ji bo ku em hem ji însanên xwe ra hem jî ji Rêveberiya Taybet a Parêzgehê ra bibin alîkar, em rêyên di nava gund da vedikin. Bi taybetî rêya diçe dibistanê pir giring e. Ji bo ku zarokên me mexdûr nebin, ez demildest midaxele dikim."
Şêniyên gund Bulent Subaşi û Mehmet Tatar jî destnîşan kirin, ji bo ku welatî mexdûr nebin, mixtarê gund bi traktora xwe rêyên nava gund bêucret vedike.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
