Jiyan

Li Mûşê mihan hev pêpes kir û nêzî 150 mih mirar bûn

Sabri Yıldırım  | 25.06.2025 - Rojanekırın : 27.06.2025
Li Mûşê mihan hev pêpes kir û nêzî 150 mih mirar bûn

Muş

 Li Mûşê bişev bira pez wexta ku ji newala avê ra derbas dibû, mihan hev du pêpes kir û nêzî 150 mih mirar bûn.

Li gundê Ziyaretê yê li ser navendê bira pez ku berdabûn çêre, bişev silikî û di newala avê da li hev rast bûn.

Mihan di newalê da hev pêpes kir û nêzî 150 mih mirar bûn.

Li ser agahdarkirina ekîbên Midûriya Çandinî û Daristanê ya Bajêr tevî Midûrê Çandinî û Daristanê ya Bajêr Necattîn Gonç çûn herêmê û tedqîqat kirin.

Xwediyê bira pez Cengiz Yîgît got ku pez silikî û li hev rast bûn.

Yîgît diyar kir ku zirara wî çêbû û ji bo telafiya zirarê ew li benda piştrigiriyê ye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın