Li Mûşê kesên ji kelekel û germa havînê direvin berê xwe didin Zixurê Qizilxacê

Muş
Li Mûşê di mehên havînê da kesên ji kelekel û germa havînê direvin berê xwe didin Zixurê Qizilxacê.
Zixurê Qizilxacê ku 20 kîlometre dûrî bajêr e û bi av û tebîeta xwe dereke xweş e, bal û dêna welatiyan dikişîne.
Ji xeynî welatên ji bajêr ji derdorê jî gelek kes tên dîtina Zixurê Qizilxacê û di nava zinar û şiverêyên li herêmê da derdikevin gerê û dikevin ava hênik.
Hin welatiyên tên dîtina zixur bi ATVyan digerin û kêfeke xweş dikin.
Midûrê Çand û Turîzmê yê Mûşê Mehmet Şengul daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku hejmara geştiyarên xwemalî û biyanî yên tên bajêr zêde dibe û got ku di salên wan dawîn da Zixurê Qizilxacê eleqeyeke mezin dibîne.
Ramazan Ogutê li Zixurê Qizilxacê hatiye wezîfedarkirin diyar kir ku bi taybetî hejmara kesên tên û eleqeya li ser herêmê zêde dibe û got ku Zixurê Qizilxacê bi qasî 2 kîlometreyan dirêj e û bi av, tebîet û şiverêyên xwe balê dikişîne.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.